Malbata senyaşar nobeta li ber dadgeh Rihayê bidawî kir

Malbata Şenyaşar çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê di roja 846’emîn de bi dawî kir.

Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar li dijî kuştina Haci Esvet û Adil û celal û ji bo pêkanîna edaletê di 9’ê Adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê Nobeta Adaletê ragihandin

Doh Malbata Şenyaşar di roja 846’emîn de çalakiya xwe ya nobeta edaletî bi dawî kirin.

Malbatê diyar kir ku 18’ê tîrmehê danişîna doza 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran tê lidarxistin, heke edalet pêk were dê çalakiya xwe bi dawî bikin û edalet pêk neyê

dê li Enqereyê çalakiya xwe bidomînin.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar bi daxuyaniyekê spasiya her kesê ku piştgirî dan wa kir û got :”Her kesî qebûl kir ku neheqiyek heye lê edalet pêk nehat.

Kesê ku ev komkujî pêk anî parlamenter bû, Ev şerma hiqûqê ye. Em ê di 18’ê Tîrmehê de li Meletiyê bin. Dayê dixwaze biçe malê. Naxwaze biçe Enqereyê.

Em dixwazin birayê min ê 5 sal in di hucreya yek kesî de girtî ye bila bê berdan.”

Back to top button