Nêzî 10 roja yê ku bi şev û roj gundên navçeya xêzane têne bombebaran kirin wekîlê partiya çepên kesk en Bedlîsê Huseyîn Olan diyar kir ku bi van êrişan dixwazin gundî gundan vala bikin.
2’ê tîrmehê li gûndên Hûzeran, Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Kuran û Mezra Pisya qedexeya derketina derve hatibû ragihandin.
Her wiha herêm weke ‘Herêma Ewlekariya Taybet’ hate ragihandin. Lê bombebaran li herêmê berdewam dike.
Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Bedlîsê Huseyîn Olan û Sema Çaglar serdana herêmê kirin.
Wekîlê Partiya Çepên Kesk ê Bedlisê Huseyîn Olan ê destnîşan kir ku armanca bombebaranê ew e ku gundî gundan vala bikin.
Olan wiha dewam kir : “10 roj in her der tê bombebarandin. Qirqirineke xwezayî tê kirin. Aramiya gundiyan nema ye. mirov di rewşeke zehmet de ne.”



