Rojnameger Botan Germiyanî ê li Herêma Kurdistanê, diyar kir ku kesên ku ji ber çekên kîmyewî yên Tirkiyê jehrî bûne PDK wan wekî “sermagirtinê” tomar dike.
Botan Germiyanî bi lêv kir PDK bûye parçeyek a komkujiyên Tirkiyê û got: Nabe Kurd şerê hev bikin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî Başûrê Kurdistanê, li gel hevkariya eşkere ya PDK’e dewam dikin.
Rojnamevanç ji Herêma Başûr Kurdistanê Botan Germiyanî derbarê êrîşên dewleta Tirk û hevkariya xwe bi PDK’e axivî.
Botan Germiyanî: Ji bo îspatkirina êrişên kîmyewî gelek belge di destên me de hene
Botan Germiyanî destpêkê bal kişand ser êrîşên bi çekên kîmyewî yên dagirkeriya Tirk û got:
“Dewleta dagirker a tirk ji bo tunekirina gerîlayên azadiyê û dagirkirina axa Kurdistanê, bi salan e van êrişên xwe didomîne.
Heta bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî jî bi kar tîne.
Ji bo îspatkirina vê yekê bi dehan belge di destê me de hene.
Botan Germiyanî: PDK raporên kesên ji ber çekên kîmyewî jehrî bûne diguherîne
Welatiyên li sînor dijîn bi wan çekên kîmyewî jehrî bûne û ji ber vê jî çûne nexweşxaneyê.
PDK raporên van gundiyan diguhere.
Kesên bi çekên qedexekirî jehrî bûne, PDK di raporên wan ê tenduristiyê de dibêje, ‘serma girtine’.
Botan Germiyanî bilêv kir ku Tirkiye di demên dawî de êrişên xwe yên li ser gundên li sînor zêde kirine û wiha pê de çû:
“Dewleta Tirk bi taybetî li ser Zap û Girê Cûdî êrişên xwe zêde kirine.
Lê rastî berxwedaneke dîrokî tê meşandin û artêşa tirk bin ketiye û ev şikestineke dîrokî ye.
Ji bo veşartina vê binketinê berê xwe da nav bajaran.
Cihên herî qerebalix, cadeyên giştî di hedefa wan de ne.
Dewleta Tirk di nava hefteyekê de 5 komkujî di hundirê bajarên Başûrê Kurdistanê pêk anîn.”
Botan Germîyanî: PDK bûye parçeyekî komkujiyan
Germiyanî anî ziman ku di her êrişa li dijî hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê de tiliya PDK’ê heye û wiha domand:
“Îro PDK’e bûye parçeyekî esasî yê komkujiyan.
Îstixbarata dezgehên xwe yên parastinê bi temamî xistiye xizmeta dewleta Tirk.
Di nav baregehên parastinê de jî ofîsên MÎT’a Tirk hene.
MÎT dimîne û plansaziya xwe dike û di nava bajaran de êrişan pêk tîne.
Piştî ku êrişên xwe pêk tînin MÎT direve baregehên PDK’ê û li wir tên parastin.
PDK ku hizba siyasî ya Kurdistane ye îro rasterast bûye beşek ji dagirkeriyê.”
Botan Germiyanî: Nabe Kurd şerê hev bikin
Rojnameger Botan Germiyanî dawiyê da xuyakirin, ku PKK bi berpirsyarî tev digere û dibêje, nabe kurd şerê hev bikin û ya girîng tîfaqa navbera gelê kurd e.