Li Rojhilatê Kobanê artêşa Tirk a qirker êrişî tîmenê agirkujiyê kir

Ev 3 rojin artêşa dewleta Tirk a qirker bi awayekî hovane êrişî ser herêmê dike.
Li Kantona Firatê jî êrişî gelek cihan hat kirin.
Di nava yek ji cihên hatîn armanckirin de, kargeha çîmento ya li rojhilatê Kobanê hebû.
Piştî êrişa yekem tîmen agirkujiyê berê xwe dan herêmê û hewil dan agir vemirînin.
Lê her di wan kêliyan de, artêşa Tirk a qirker bi balafirên bêmirov êrişî wan û navendê kir.
Di dema êrişê de, ev yek bi dîmenên hatîn kişandin hate belgekirin.

Ev yek ji belgeyên din yên sûcê dagirkeriya dewleta Tirk li hemberî gelê herêmê pêk tîne ye.

Di be dimenek wiha dîtina wê pir zehmet be.

Ji xwe dewleteke din a wiha qirker ku raste rast êrişî welatiya dike jî nayê dîtin.

Ev der kargeha Çîmento ye.

Kargeh dikeve, bajarokê Çelebiye yê rojhilatê Kobanê.

Piştî êrişa yekem a li ser kargehê, tîmên agirkujiyê berê xwe dan cihê bûyerê da ku agir vemirînin.

Di van kêliyan de, artêşa qirker êrişa duyemîn pêk anî.

Dema êriş pêk hat, kamera di qeydê de bûn.

Bi vê yekê re, belgeyek din a sûc, li sûcên dagirkeriya dewleta Tirk zêde bû.

Kargeh beriya niha jî bûbû armanca êrişên qirker yên dagirkeriya dewleta Tirk.

Di 6’ê Cotmehê de, jî êrişî kargehê hatibû kirin û heta demekê ji xizmetê derketibû.

Eyn Îsa – Dagikeriya Tirk bendeke kontrolê ya Asayîşê kir armanc

Back to top button