Fazela Mihemed: Hevgirtina navneteweyî dê azadiyê bîne

Sekretera Koma Mafên Mirovan a Kurd-Afrîkaya Başûr (KHRAG) û çalakvana mafê mirovan Fazela Mihemed tevlî pêngava azadiyê bû.

Derbarê tecrîda girankiryî ya li ser Rêber Apo yek ji beşdarên pêngavê sekretera KHRAG Fazela Mihemed axivî û got:

“Dewleta Tirk bi vê re dixwazin pêşî li pêşiya fikre Rêber Apo bigrin.”

Fazela Mihemed dazanîn ku nêzîkatiyên dewleta Tirk ji pirsgirêka Kurd re ev tişte û domand:

“Pêwîstî bi dan û standinê heye.

Nerazîbûna rejîma Tirk a ji bo çareseriyê, nêrîneke dîrokî ya teng û dijî demokrasiye nîşan dide. ”

Her wiha Fazela anî ziman ku tevlêbûna navneteweyî girîng e û û ev tişt anî ziman:

“Hevgirtina navneteweyî û daxwazên zelal ên ji bo pêvajoya muzakereyên demokratîk dê azadiyê bînin.”

Parêzerê Îtalî Franco Danîelî: Şert û mercên girtîgeha Îmraliyê nayên pejirandin

Back to top button