Qezaya balafirê li Tirkiyê 3’ê kesan jiyana xwe ji dest da û 179 birîndar bûn

Balafira cureya Boeîng 737 a ku ji Îzmîrê berê xwe dida Stenbolê, li Balafirgeha Sabîha Gokçenê di dema daketinê de qeza kir.

Di qezayê de 3’ê kesan jiyana xwe ji dest da, 179 jî birîndar bûn.

Waliyê Stenbolê Alî Yerlî-kaya îdîa kir ku ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê balafir ji riya xwer derketiye.

Heta niha 157 kes birîndar in û ew rakirin nexweşxaneyê.

Nûçegihanê AFP’ê ragihand ku balafir piştî ji rê derket, ji bilindahiya 30-40 metreyî kete xwarê û ji beşa kabîna pîlot û piştre ji beşa dawî ya balafirê parçe bû.

Medya Tirk ragihand ku di balafirê de gelek biyanî hebûn, Lê belê agahî nehatin parvekirin ku ew biyanî ji kîjan welatî ne.

Back to top button