Tirkî..Di encama teqînê de 28 kes jiyana xwe ji dest dan

Di teqîna li kana komirê ya li navçeya Amasra ya Bartinê çêbû 28 kesan jiyana xwe ji dest da. 

Li Tirkiyê navçeya Amasra ya bajarê Bartinê, doh êvarê derdora saet 7’an de li Midûriyeta Amasra ya Saziya Komira Kevir ji ber trafoyê teqîn çêbû.

Piştî bihistina bûyerê gelek ambulans ji bo herêmê hate veguhestin.

Rayedarên Tirkiyê ragihandin ku nêzî 90 karker di bin erdê de asê mane.

Wezîrê Tenduristiyê yê dewleta Tirk a dagirker ragihand ku heta niha wan cenazeyê 28 kesan di bin erdê derxistine, 11 kes jî birîndar rakirine nexweşxaneyan.

Rayedarên Tirkiyê ragihandin ku wan derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin.

Back to top button