Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê, li Kobanê merasîma sersaxiyê ji bo şehîd Koçero Batman, Zinarê Reş, Jîna Emînî û Nagîhan Akarsel li darxist.
Merasîm li goristana şehîd Dicle a Kobanê û bi beşdariya bi sedan welatiyên herêma Firatê hate lidarxistin.
Di merasîmê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Ayşe Efendî axivî û got: “Em bi saya fedekariyên şehîdan dijîn.”
Endamê Meclisa PYD’ê li herêma Firatê Salih Nûh jî diyar kir ku gelê Kurd wê herdem li ser şopa rêber Ocalan û şehîdan bimeşin