Hikumeta Şamê dorpêçeke hişk li ser Şehba ferzkiriye ..
Firqeya 4′an nahêle sotemenî, derman û xurekên sereke bikevin herêmê.
Fatme Ebdurehman ev çend rojin li bendê ye ku derman bigihêjin wê da ku bide hevjînê xwe.
Hevjînê wê jî nexweş e, li Nexweşxaneya Avrîn e lê ji ber dorpêça Firqeya 4′an nikarin tedawî bikin.
Fatme Ebdurehman û hevjînê xwe li gundê Um Hoş yê navçeya Ehres a Şehbayê bi cih bûne.
Piştî nexweşiya hevjînê wê Elî Riza Hec Xelîl ew rakirin Nexweşxaneya Avrîn a li Şehbayê.
Elî Riza Hec Xelîl bi nexweşiyên bêhntengî û îltîhaba sîng ketiye ..
Ji ber wê nexweşiya wî giran bû û 5 rojan e rakirine nexweşxaneyê.
Fatme got:
“Zehmet e em xwe bigihînin nexweşxaneyê..
Erebe ji ber tunebûna mazotê sekinîn..
Bi saetan li ser rêyan li benda erebeyan dimînin ku xwe bigihînin nexweşxaneyê.”