Jinên Ereb û Çerkes ên Reqayê tecrîd şermezarkirin

Ji ber tecrîda girankirî ya li dijî rêber Ocalan gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî bi hêrs e.
Jinên ji pêkhateyên Ereb û Çerkes ên li Reqayê tecrîd şermezar kirin û eşkere kirin ku doza tecrîdê doza her kesî ye.

Endama Rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê Buşra El Ehmed diyar kir ku ew wek jinên pêkhateyên Ereb eşkere dikin doza tecrîdê doza her kesî ye.

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Reqayê Rîm Idrîs jî anî ziman ku sûcên li dijî rêber Ocalan tu têkiliya xwe bi mirovahiyê re nîn e.

Li ser heman mijarê Endama Desteya Rêveber a Meclisa Sivîl ya Reqayê Şeze El Mihemed bang li CPT’yê kir ku naveroka serdanê eşkere bike û yekser rewşa tenduristî ya rêber Ocalan eşkere bike.

Endama rêveber a Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê Sena Receb jî wiha got:

“Em jinên pêkhateya Çerkez, dengê xwe tev li dengên jinên banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dikin.”

Back to top button