Êrişên Îran û Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê

Lijneya Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ku êrişên dewleta Tirk û Îranê yên li ser Bale-kayetî û Biradostê lêkolîn dikin, ragihand ku ew ê raporekê amade bikin û radestî rayedarên Iraq û Başûrê Kurdistanê bikin.

Endamên lijneyê destpêkê li Çomanê bi berpirsên herêmê re civiyan û behsa rewşa ewlekarî, topbaran û bombebaranên dema borî de li ser herêmê çêbûne, kirin.

Piştre lijne çû gundê Werdê yê ser bi navenda Çoman ku ji ber topbaranên Îranê hatiye valakirin.

Serokê Lijneya Pêşmerge û Navxwe ya Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Rêvîng Hirûrî derbarê sedana lijneyê de daxuyaniyek da.

Wê rapora li ser êrişan radestî rayedarên Iraq û Başûr bikin

“Emê piştî serdanê rapora ku em li ser êrişan amade bikin, pêşkêşî serokwezîr, serokkomar û serokê parlamentoya Iraqê û rayedarên Başûrê Kurdistanê bikin.”

Back to top button