TEV-DEM’ê derbarê inisyatîfa Sûriyê de daxuyanî da

TEV-DEM’ê û Kongera Star ya Şamê bi daxuyaniyê cuda piştgiriya xwe dan Inisyastîfê.
Hate diyarkirin ku çareseriya aloziya Sûriyê di riya diyaloga Sûrî-Sûrî pêkane.

18’ê vê mehê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Insiyatifa çareserkirina aloziya Sûriyê ragihand.

Rêveberiya Xweser di Insiyatîfê de 9 gavên çareseriyê pêşkêş kir.

Gelek sazî, meclis û siyasetmedaran piştgiriya xwe ji bo Inisyatîfê eşkere kirin û diyar kirin ku çareserî di riya van gavan pêkane..

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM derbar Inisyatîfê li bajarê Hesekê daxuyaniyek da.

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso daxuyanî xwendin û wiha got:

“12 sal li ser şer û aloziya Sûriyê derbas bûn lê hîn jî şer bidawî nebûye.

Hikûmeta Şamê ji bo ku xwe li ser kusiyê desthildariyê mayînde bike, çareseriya di riya diyalogan bikar neanî.

Rêbeberiya Xweser gelek caran bang li hemû aliyên Sûriyê kir da ku çareseriyekê ji aloziya Sûriyê re deyînin, lê tu kes bi cidî nêznebû.

Vê carê jî Rêveberiya Xweser 9 xalên ji bo çareseriya aloziya Sûriyê pêşkêş kir.

Xerîb Hiso diyar kir ku Inisyatîfa Rêvberiya Xweser ji bo hemû gelên Sûriyê xelasbûna ji kirîza heyî ye.

Hiso piştgiriya Inisyatîfê kir û diyar kir ku Tekane riya çareserkirina aloziya Sûriyê, diyaloa Sûrî- Sûrî ye.

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso bang li hemû pekhateyên Sûriyê kirin ku piştgiriyê bidin Inisyatîfê û tevlî diyalo Sûrî-Sûriyê bibin.

Li Şamê piştgiriya ji beyannameya Rêveberiya Xweser re

Kongra Star a li Şamê jî daxuyaniyek da û piştgiriya xwe ji beyannameya Rêveberiya Xweser re nîşan da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Inisyatîfê Rêveberiya Xweser avakirina welêt û dabînkirina pêşerojê armanc dike.

Her wiha hate diyarkirin ku Rêveberiya Xweser roleke navendî di çareseriyê de dilîze û hewl dide çareseriyan ji bo pirsgirêkên gelê Sûriyê peyda bike.

Dawiya daxuyaniyê hat gotin:

“Timayên Rêveberiya Xweser di axa Sûriyê de nîn in, ew parçebûnê naxwaze.

Divê çareserî bi rêya diyaloga sûriyayiyan be.

Back to top button