Meclisa Kongra Star bi daxuyaniyekê salvegera 6’emîn a şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn û got: “Em ê xeta şehîdên xwe bişopînin û têkoşîna xwe bilind bikin.
Meclisa Kongra Star têkildarî salvegera 6’emîn a şehîdên Qereçûxê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev yek hate gotin:
25’ê Nîsana 2017’an Dewleta Tirk bi balafirên şer, Qereçûx bombebaran kir.
Dewleta faşîst ji ber ku naxwaze statoyek a gelên herêmê hebe û xwe bi rê ve bibe, şerê wê dike.
Her tim êrşên hovane û çekên qedexekirî yên kîmiyesal bi kar tîne.
Meclisa Kongra Star şehîdên Qereçûxê û hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anîn û got:
Em ê asta têkoşîna xwe heya serkeftinê bilind bikin, xeta şehîdan bişopînin û Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bikin.
Meclisa Rêveber a Cizîrê şehîdên azadiyê bi bîr anîn
Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê di şexsê şehîdên Qereçoxê de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got:
“Em soz didin şehîdên xwe ku em ê li ser şopa şehîdên xwe bimeşin û serkeftinê pêk bînin.
Em hemû malbatên şehîdan, birîndar û tevahî gelê xwe yê berxwedêr silav dikin.”