Dagirkeriya Tirk ji malbatên çeteyan re li herêma Efrîn kampan ava dike

Dewleta Tirk a dagirker ji bo guhartina demogafiya Efrînê sûcên dermirovî pêk tîne.

Dewleta Tirk ji bo bicihkirina malbatên çeteyên xwe kamp û wrgehan li derdora navenda Efrînê û navçeya wê Şera ava dike.

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a herêma Efrînê Cebraîl Mistefa ev yek bi guhartina demgrafiya Efrîn û binpêkirina qanûnên navneteweyî binav kir.

Dewleta tirk a dagirker di çavçoveya guhertina demografiya Efrînê de, ji malbatên çeteyên xwe re kampan ava dike.

Malpera Tora çalakvanên Efrînê ragihand ku dagirkeriya Tirk kampek nû nîzê ziyerata Henan ya li navçeya Şera ava kir.

Hate zanîn ev kamp ji bo malbatên çeteyên Cebhet El-Nusre yên ji şerê Idilbê reviyane, hatiye avakirin.

Her wiha malperê eşkere kir ku çeteyên dewleta Tirk yên bi navê Cebhe El-Şemiyê ji malbatên xwe re gundek bi navê El-Şemiyê ava kir.

Ev gund li derdora navenda Efrîn ya hatî dagirkiriye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûrî jî ragihandinbû ku dewleta Tirk li gundê Baflonê yê êzidiyan, dest bi avakirina wargeheke bi navê “kampa hevkariyê” a li navçeya Şera kir.

Rêxistinê piştrast kir ku meclisên herêmî yên girêdayî dagirkeriya Tirk, erd li 70 malbatên çeteyan belav kir û delwletên weke Qeter û Kiwêt piştgiriyê dide avakirina avahiyan li gundên Êzidiyan.

Cebraîl Mistefa: Bi guhartina demgrafiyê dewleta Tirk qanûnên navneteweyî binpê dike

Di vê derbarê de Hevserokê Yekitiya Parêzeran a herêma Efrînê Cebraîl Mistefa ji ajansa Hewarê re axivî û got:

” Delweta Tirk bicihkirina malbatên çeteyan ji herêmên din ên Sûriyê li Efrînê, guhartina demografiyê pêk tîne.

Cebraîl Mistefa diyar kir hin komele û rêxistinên ku navên mirovî bi kar tînîn, nişticihkirina li Efrînê teşwîq dikin.

Mistefa piştrast kir rêxistinên navneteweyî û civaka navneteweyî li hember sûcên dermirovî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berpirsiyar e.

Back to top button