Şêniyên navçeya Raco ya Efrînê li dijî dewleta Tirk meşiyan

Bi sedan şêniyên ji navçeya Raco ya kantona Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê meşek li dar xist.

Çavkaniyên ji navçeya Raco ya kantona Efrînê ji ajansa Hewarê re ragihand ku îro bi sedan sivîl li dijî dewleta Tirk daketin qadan.

Meş li dijî bê-aramiya ku li herêmê, rewşên xirab yên jiyanî û bihabûna kel û pelan, hate lidarxistin.

Kesên tevli çalakiyê bûn diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê berpirsên rewşa jiyanî û sûcên hovane yên li herêmê ye.

Piştî meşê dewleta Tirk li dijî kesên derketibûn xwepêşandanê dest bi girtin û binçavkirinê kir.

Back to top button