HRE’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe Ciwan Kefer-naya eşkere kir.

Ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd jî bi hezaran şêniyên Efrînê yên li Şehbayê kom bûn û cenaze li goristana bajarokê Kefernaya oxir-kirin.

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir.

Hêzên Rizgariyê ragihand ku şervanê wan Ciwan Kefernaya 13’ê Mijdarê, di encama êrişên çeteyên dewleta Tirk de şehîd bû.

Hêzên Rizgariyê anî ziman ku Ciwan li dijî her cure paşverûtiyê bi biryar sekinî û tevli karwanê şehîdan bû.

Hêzên Rizgariya Efrînê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan nû kir.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Ehmed El-Etreş bi nasnav Ciwan Kefernaya, li Şehbayê ji dayik bûye, 13’ê Mijdara 2020’an li Efrînê şehîd bû.

Şervanê hre’ê Ciwan Kefernaya hat oxirkirin

dîmenê dema ala YPG’ê li ser wêneyê şehîd derdikeve nexin nava nûçeyê

Ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd Ciwan bi hezaran ji şêniyên Efrînê yên li Şehbayê kom bûn.

Şêniyan cenazeyê şehîd ji Nexweşxaneya Avrîn girt û berê xwe dan bajarokê Kefernaya.

Li goristnana bajarok merasîmek hat lidarxistin û têde hevseroka Desteya Rêveber a herêma Efrînê Şêraz Hemo axivî.

Şêraz Hemo diyar kir ku ew ê li hemberî planên li dijî gel tên sazkirin, bisekinin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava slogan û tililiyên dayikan de hat oxirkirin.

Back to top button