DYA û NATO bi fermî dest bi vekişîna ji Efxanistanê kirin

Hêzên DYA û NATO yên li Efxanistanê hatibûn bicihkirin, piştî 20 salan bi awayekî fermî dest bi vekişînê kirin.

Ji îro ve nêzî 2 hezar û 500 heta 3 hezar leşkerên DYA û 7 hezar yên NATO dest bi vekişîna ji Efxanistanê kirin.

Serokê DYA Joe Biden 15’ê Nîsanê bi daxuyaniyekê ragihand ku leşkerên wan wê ji 1’ê Gulanê ve dest bi vekişîna ji Efxanistanê bike.

Heta 11’ê Îlonê jî wê bi tevahî leşker ji Efxanistanê derkevin.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Parastinê ve hatî dayîn, di nava sala dawiyê de baregehên biçûk dihatin valekirin.

Piştî daxuyaniya Biden ev yek hate bilezkirin.

Hat gotin heta niha tenê 60 leşkerên Amerîka vegeriyane welat.

Di encama şerê nêzî 20 salan hate meşandin de nêzî 2 trilyon dolar hate mezaxtin.

Her wiha 2 hezar û 442 leşker hatin kuştin û 20 hezar û 666 jî birîndar bûn.

1144 xebatkarên NATO jî jiyana xwe ji dest dan.

Austin: Pêwistî bi stratejiyeke nû ya parastinê heye

Li aliyekî din Wezîrê Parastinê yê DYA Lloyd Austin di merasîma dewirkirina li Baregeha Deryayî ya Pearl Harbour axivî û got:

Êdî divê em ji şerên mîna yên Iraq û Efxanistanê zêdetir stratejiyeke nû ya parastinê ava bikin.

Back to top button