Senatorên DYA: Dîroka dawî ya kaxeza Erdogan ji Trump girtî bi dawî bû

Ji ber binpêkirinên mafê mirovan li Tirkiyê, DYA di nava avakirina pêşnûmeyeke nû de ye.

Senatorê Amerîkî yê Demokrat Edward J.Markey got,

Dîroka kaxeza ku serokomarê Tirkiyê Erdogan li Koşka Spî ji Trump girtî, bi awayeke fermî bi dawî bû.

Senatorên ji Partiya Demokrat Edward J.Markey, Ron Wyden û Jeff Merkley ‘Zagona Berfirehkirina Mafê Mirovan li Tirkiyê’ careke din xistin rojevê.

Senatorê DYA yê ji Komîteya Karên Derve Markey, diyar kir ku Serokomarê Tirkiyê Erdogan bi ser serokê berê Donald Trump re, Koşka Spî ji bo xwe bikar di anî.

Edward J.Markey anî ziman ku Amerîka wê careke din bihêz bi axive, Erdogan ji qedexeyên li ser medya civakî û zextên li ser mixalîfê berpirsyar were dîtin.

Markey di peyama li ser hesabê xwe yê Twitterê de ev yek li ser zêde kir:

Dîroka kaxeza ku Serokomarê Tirkiyê Erdogan ji li Koşka Spî ji Trump girtî û bi serbestî mafê mirovan binpê dikir bi awayekî fermî bi dawî bûye. Serok Biden, ji bo hikumeta Erdogan hesab bide pêwiste hemû rêyên dîplomasî bikar bêne.

Senator Wyden jî wiha got:

Hikumeta li Tirkiyê deshilatdar, mafê rojnamevan, siyasetmedarên rikber û kesê Erdogan rexne dike xistiye bin lingan.

Di pêşnûmê de hate xwestin ku li dijî kesên mafê mirovan binpê kirine ceza werin ferzkirin.

Pêşnûma 2017 û 2019’an jî hatibû pêşkêşkirin.

Lê tevî ku ji komîteyê derbas bû jî bi dengê senetorên Komarparêz di dîwana giştî de hate redkirin.

Back to top button