Ciwanên Şoreşger li Toronto ya Kanadayê ji bo Rojava stand danî

Ciwanên li Toronto ya Kanadayê dijîn, êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.
Bi danîna standa agahdarkirinê diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe berfireh bikin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Toronto yê Kanadayê li hev civiyan.

Çalakiya ku doh sibehê dest pê kir heta saetên êvarê domiya.

Li hin taxên bajêr bi muzîk û dirûşmeyan belavok hatin belavkirin û gel hate agahdarkirin.

Ciwanan destnîşan kirin ku heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo ew ê têkoşînê berfireh bikin

Li Amsterdam a Holandayê pêngava 100 hezar qertan hat destpêkirin

Li aliyê din li bajarê Amsterdam a Holandayê pêngava “100 hezar qert” a ji bo Rêber Apo hat destpêkirin.

Ev yek di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya” de tê kirin.

Komuna Jinê ya Rojbîn pêşengiya pêngavê dike.

Jinan anîn ziman ku di çarçoveya pêngavê de ew serdana malen Kurdan û dostên Kurdan dikin.

Li Danîmarka û Almanya êrişên li dijî Rojava hate şermezarkirin

Back to top button