Li Hesekê çekdarên Dîfa Wetenî êrîşî hêzên Asayîşê kirin

Hikûmeta Şamê bi destê çekdarên bi navê Dîfaa Wetenî ji bo xirakirina aramî û ewlehiya herêmê di nav provakasyonan de ye.
Leşkerên hikûmeta Şamê û endamên Dîfaa Wetenî li taxa Merşo ya Hesekê êrîşî hêzên Asayîşê kirin.
Di encamê de şer derket û polîsekî girêdayî hikumeta Şamê hat kuştin 3 jî birîndar bûn.

Hikûmeta Şamê ya ku ji ber hişmendiya xweya şovenîst di qada navdewletî de tecrîd bûye û ji aliyê aborî, siyasî û leşkerî de jî têk çûye, dixwaze aloziya li Sûrî kûrtir bike.

Hikûmeta Şamê ya ku li hember dagirkeriya Tirk ya li herêmê bêdeng e, bi rêka çekdarên Difaa wetenî dixwaze di nav gelan de tevlihevî derxîne.

Endamên Dîfaa El Watanî yên girêdayî hikumeta Şamê li Hesekê di nava sê rojan de du caran provokasyon kirin

Îro jî leşkerên hikûmeta Şamê û endamên Dîfaa Wetenî li taxa Merşo ya Hesekê bi awayekî bi plan ji bo aramîya civakê ji holê rakin hin kesên girêdayê xwe komkirin meşiyan.

dimen biherikîne montaj navend de ye

Lê wekî ku hûn di dîmen de jî dibînin ji bo mirov ji vê yekê re bêje meşa sivîl e, hezar şahid pêwîst e.

Ev koma xwedî techîzatên leşkerî ku çekdarên Dîfaa El Watanî di nav wan de bû piştî demekî bi çekên giran wekî doçka û BKC êrîşê bendên konrolê yên Hêzên asayîşê kirin.

Asayîşê jî di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşan dan.

Di encama şerê ku qasî 25 deqe rû dayî de polîsekî girêdayî hikumeta Şamê mir û 3 kes jî birîndar bûn.

Hate diyarkirin ku navê polîsê miriye Mûhammed Rîheyl e û navê birîndarekî jî Suleyman El Xedban e.

Lê tevî van dîmenên şêmber yên li herema pevçûnê hatiye kişandin jî hikumeta Şamê dixwaze vê provokasyonê têxe stûyê Asayişê û Rêveberiya Xweser.

Di 27’ê Çileyê de jî hin alîgirên hikumeta Şamê êrîş biribûn ser bendên ewlekariyê yên li Hesekê.

23’ê Çile de jî li taxa Hilko ya Qamişloheman koma navborî êrîşê benda kontrolê ya Asayişê kiribûn, hewildabûn ku tevliheviyan derxînin.

Balkêşe ev hemû hewildanên tevliheviyê piştî serdana Serokê Îstîxbarata Tirkiyê Hakan Fîdan ji bo Şamê pêk hat.

Back to top button