Rabîha Hemed: YNK’ê tu carî nakeve bin zext û gefên dewleta Tirk

Seroka Melbenda Bexda a YNK’ê ragihand ku li bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê xebatên MÎT’ê zêde dibin û ev jî metirsiyê çêdike.

Di 18’ê Îlonê de, balafira bêmirov ya dagirkerên Tirk balafirxaneya çandiniyê a Erbetê bombebaran kir.

Di encamê de 3 pêşmergeyên Dijî Terora Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan û 3 jî birîndar bûn.

Berpirsa YNK’ê Rabîha Hemed derbarê vê êrişê de wiha got:

“Aliyên Iraqî êrişa li ser balafirxaneya çandiniyê ya Erbetê şermezar kirin, lê bêkêre.

Divê Encûmena Wezîran ya Iraqê ji bo rawestandina êrişan gavên pratîkî bavêje.”

Dewleta Tirk dorpêça avê datîne ser Iraqê û çemên Dîcle û Firatê zuha dike.

Wezîrê Parastina dewleta Tirk Yaşar Guler bi daxuyaniyekê ragihad ku ew Serokê YNK’ê Bafil Talebanî hişiyar dike ku agahiya wan ji her tiştê li deverê diqewime hebe.

“YNK’ê ji bo gelê xwe derketiye holê û Serok Bafil Talebanî dê nekeve bin bandora zext û gefên Tirkiyê.”

Back to top button