Dewleta Tirk derdora gundê Bênê yê Şêrawa bombebaran kir

Dagirkeriya Tirk bi êrişên rojane yên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê hemû sînor derbas kirine.
Her roj dijî gund û navçeyên herêmê êriş pêk tên û kes dengê xwe nake.
Îro tevahiya rojê gundê Soxanekê û Bênê yên şêrawa hatin topbaran kirin.

Êrişên domdar yên dewleta Tirk li dijî herêmê didomin.

Balafira dewleta Tirk a dagirker 2 caran, derdora gundê bênê a navçeya Şêrewa ya herêma Efrînê bombe baran kir.

Dagirkeran gundê Soxanekê yê Şêrawa bi dijwarî topbaran kir

Her weha topbaran li ser daristana gundê Soxanekê yê girêdayî navçeyê bi dijwariya xwe didome.

Di heman demê de, balafirên keşfê li ser herêmê her digerin.

Dewleta Tirk karkerên Şaredariya Gel ya Zirganê kirin hedef

Seatên piştî nîvro jî dewleta Tirk a dagirker karkerên Şaredariya Gel ya li Zirganê dema ku karê xwe dikirin, kirin aramca êrişên xwe.

Doh bi şev jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran kampa kevin ya Eyn Îsa û rêya M4 topbaran kirin.

Di encama topbaranê de, li kampê şewat derketibû.

Back to top button