
Ajansa Îstixbaratê ya Iraqê ragihand ku li parêzgeha Neynewa ya bakurê Iraqê 5 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.
Ajansa Îstixbaratê ya Iraqê di daxuyaniya xwe de got:
“Şaxên ajansa îstixbaratê ya têkoşîna li dijî terorê li Neynewayê, hin agahî têkildarî hebûna çeteyan li herêmeke parêzegehê bi dest xistin.
Li gorî daxuyaniyê, hêzên Iraqê bi kemînekê, 5 kesên çete girtine.
Dema lêpirsînê bi wan re hatiye çêkirin li xwe mikur hatine ku endamên DAIŞ’ê ne.
Her wiha di lêpirsînê de hate zanîn ew çete girêdayî dîwana ewlehiyê û tugeya Ebî Ubeyde, dîwana leşkerî, Qati El Zab û ceyş El-Usra ne.
Li beramber karê xwe pere werdigirtin.