Li Moskoyê danûstandinên aliyên Lîbî di roja yekem de ti encam derneketin

Piştî agirbesta ku li Lîbyayê hate ragihandin, danûstandinên çareseriya aloziya Lîbyayê li Moskoyê dest pê kir. Tevî Hefter û El Serac rayedarên dewleta Tirk jî di hevdîtinan de cîh girtin.

Rûniştina îro bi encam bi dawî, her wiha wê sibe hevdîtin berdewam bikin.

Li aliyeke din jî, hat ragihandin ku ji bo danûstandinên aştiyê ji bo Lîbyayê, wê li Berlînê lûtkeyek pêk were.

Wezareta derve ya Rûsyayê ragihand ku îro nûnerên ji artêşa Lîbya û hikumeta Wîfaqê tevlî danûstandinan bûn.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Parastinê Hulusî Akar di hevdîtinan de cih girtin.

Hat ragihandin ku danûstandinên îro li Moskoyê pêk hatin bê encam bi dawî bû, her wiha tê payîn ku sibe jî rûnişetine navbera aliyan de pêk were.

Li gorî kenala Erebiyê hat ragihandin ku di tifaqa agirbestê ku tê payîn navbera Hefter û Serac were îmzekirin wê tê de çend xal hebin, ji wan:

– Divê Tirkiyê şandine leşkeran ji bo Terabusê rawestîne.

– Divê çavdêriyeke navdewletî ji bo pêkanîna şertên agirbestê werer kirin.

– Ji bo rêvebirina welat lihevkirinek navbera hikûmeta Wîfaq û hikûmeta demkî pêk were.

HIKÛMETA DEMKÎ YA LÎBÎ:
WÊ HÊZÊN ARTÊŞA NIŞTIMANÎ JI DERDEROA TERABLUSÊ VE VENAKIŞIN

Wezîrê Derve yê hikûmeta demkî ya girêdayî Xelîfe Hefter ragihand ku agirbesta pêk were, wê ne lihevkirineke ji bo aştiyê be û hêzên Artêşa Niştimanî ji derderoa Terablusê ve venakişin.

SEROKWEZÎRA ALMANYAYÊ ANGELA MERKEL:
WÊ 19’Ê MEHÊ JI BO LÎBYAYÊ LI BERLÎNÊ LÛTKEYEK PÊK WERE

Ji aliyê din ve, Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel jî ragihand ku wê 19’ê mehê derbarê danûstandinên aştiyê ji bo Lîbyayê li Berlînê lûtkeyek pêk were.

Serokatiya Tirkiyê ragihand ku wê Erdogan beşdarî civînê bibe, her wiha daxwaz hat kirin ji bo Tûnis û Cezairê jî beşdarî bibin.

Yûnanistan ragihand ku ew jî beşdar vê lûtkeyên bibin.

Leave a Reply

Back to top button