Erdoganê Lîbyayê dagir dike, daxwaza agirbestê dike

Serokomarê dewleta Tirk û serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte têkildarî aloziya li Lîbyayê civiyan. Erdogan ê ku çete û leşkerên xwe dişîne Lîbyayê idîa kir ku ew aligirê agirbestê ne.

Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte serdana Tirkiyê kir û bi serokomarê Tirk Erdogan re civiya.

Piştî civîna ku ji çapemeniyê re girtî pêk hat, Erdogan û Conte daxuyaniya çapameniyê dan.

Serokomarê dewleta Tirk Erdogan ê ku ji bo gurkirina şer leşker û çeteyên xwe şandine Lîbyayê got, “Em hêvî dikin ku li herêmê agirbestek pêk were.”

Erdogan îdia kir ku di mijara Idlibê de jî ew bi Îtalya re xwedî heman fikir in.

ALOZIYA LI LÎBYAYÊ
CONTE: AGIRBEST FERSENDEKE GIRÎNG E

Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte jî diyar kir ku agirbesta li Lîbyayê wê ji bo dema pêş firsendekê girîng bi afirîne.

Conte got, “Armanca me deshilatek Lîbya ya neparçekirî û bê alî ye.”

Serokwezîrê Îtalya Conte berî ku îro serdena Tirkiye bike, li Îtalyayê bi Fermandarê Artêşa Niştimanî yê Libyayê Xelîfa Hefter re rûniştibû.

Leave a Reply

Back to top button