Li Îranê xwendekar li dijî Rejîmê dîsa daketin qadan

Xwepêşandanên Îranê yên ku ji bo protestokirina xistina balafira Ukraynayê destpêkiribûn di roja seyemîn de dewam dikin.

Bi hezaran kes îro careke din li Tehranê kom bûn û rejîma Îranê şermezar kirin.

Piraniya wan xwendekarên zanîngehê girseyeke qelabalix li Tehranê kom bûn û dirûşmeya “Nûnerên me kuştin û ew bi oldaran guhertin” berz kirin.

Li bajarê Kermanê jî xwepêşandêr daketin qadan û bi dirûşmeyan lîderê olî yê Îranê Hamaney û rayedarên olî yên din şermezar kirin.

Li gorî Malpera Îran International, hêzên ewlekariyê gule li xwepêşanderan reşandin û gelek kes birîndar bûn.

Ji ber êrîşên rêjîma Îranê yê li dijî xwepêşandêran di qada navnetewî de jî nerazîbûn hate nîşandan, lê rejîma Îranê ev red kir.

Piştî ku rejîma Îranê li xwe mikûr hatibû ku balafira rêwiyan ya Ukraynayê ku piraniya wan Îranî 176 kes tê de bûn, bi şaşitî bi moşekan xistiye xwarê xwepêşandan dest pê kiribûn.

Leave a Reply

Back to top button