Li Amedê 8 kes hatin girtin, 3 kes hatin binçavkirin

Hikumeta faşîst ya AKP û MHP’ê di çarçoveya oparasyonên qirkirina siyasî yên li dijî gelê kurd de li Amed û Şirnexê 8 kes girtin û 3 kes jî binçav kirin.

Polîsên hikumeta faşîst a AKP’ê îro di saetên sibê de bi ser mala Endamê Meclîsa HDP’ê Mesut Bagcik ya li navçeya Rezan a Amedê de girt û ew binçav kir.

Dema polîsan bi ser malê de girtin derî şikandin û tiştên li malê belav kirin.

Li gundê Kêrîkê yê Çinar a Amedê jî serdegirtin hebû.

Li vir jî zarokê bi navê Îhsan Çîftçî yê 17 salî hat binçavkirin.

Her wiha 8’ê Kanûna 2019’an jî di serdegirtina malan de polîsên AKP’ê 12 kes binçav kiribûn.

Îro ji kesên hatibûn binçavkirin 8 kes bi hinceta “endamên rêxistinê ne” hatin girtin.

OPERASYONÊN QIRKIRINA SIYASÎ
LI GUNDÊN AMED Û ŞIRNEXÊ 2 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li bajaroka Sêgirkê ya Qilabana Şirnexê jî, leşkeran di saetên sibê de, bi ser mala şêniyê bi navê Mesût Babat de girtin û ew binçavkirin.

DAGIRKIRINA ŞAREDARIYÊN HDP’Ê
6 ENDAMÊN MECLISA SÛRÊ JI KAR HATIN DERXISTIN

Piştî desteserkirina Şaredariyê û girtina hevşaredarên navçeya Sûrê ya Amedê, niha jî 6 endamên Meclîsa Şaredariyê yên HDP’yî ji wezîfeyê hatin dûrxistin.

Li cihê 6 endamên meclîsê AKP’yî hatin bicîhkirin.

Leave a Reply

Back to top button