Bi hezaran ji şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebas û Ridwan bi merasîmekê girseyî oxir kirin.
Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebas Ebas û Ridwan El-Hemîdî duh di bombebarana balafireke bê mirov a dewleta Tirk a li dijî gundê Dugurê yê Tirbespiyê şehîd bûn.
Bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo cenazeyê herdu şehîdan wergirtin û bi kerwanekê ber bi Girostana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo ve bi rê ketin.
Di merasîmê de endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Abdullah axivî û berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet malbatên şehîdan silav kir.
Asya Abdullah diyar kir ku şehadeta her du hevalan piştrast dike ku armanca Tirkiyê têkbirina jiyana hevbeş a pêkhateyan herêm û projeya wê ya demokratîk e.
Asya destnîşan kir ku dîroka dewleta Tirk bi komkujî û pişaftina gelan û guhertina demografyaya herêmên dagirkirine tijî ye.
Asya Abdullah bang li rejîma Sûriyê û alîgirê wê Rûsya kir ku helwesta xwe ya li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk zelal bikin.
Piştre nasnameyên şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.