Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salane lidarxist û tê de rewşa siyasî û xebatên xwe yên sala 2019’an de nirxand. Di civînê de hat diyar kirin ku armanca Tirkiyê ji êrîşan têkbirina projeya demokratîk a li herêmê ye. Her weha di civînê de diyaloga Sûrî-Sûrî weke rêya tekane ya çareseriya aloziya Sûriyê hat dest nîşan kirin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro li bajarê Reqayê civîna xwe ya salane li dar xist.
Tevî Seroka Meclisa Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed, nûnerên tevahî deste û buroyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî civînê bûn.
Di civîna salane de rewşa siyasî, planên rêveberiya xweser û karên salekî hatin nirxandin û nîqaşkirin.
Kesên axivîn, li dijî dagirkeriya dewlet Tirk îşaret bi bê dengiya hêzên navdewletî kirin û weke rûreşiyekê bi nav kirin.
Beşdaran her weha bal kişande ser destûra Sûrî û teqez kirin ku nebeşdarbûna Rêveberiya Xweser di destûrê de wê aloziya Sûriyê kurtir bike û dest nîşan kir ku tekane rêya çareseriyê diyaloga Sûrî- Sûrî ye.
Seroka Meclisa Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed jî diyar kir ku armanca Tirkiyê ji van êrîş û dagirkeriyê têkbirina projeya demokratîk a li herêmê ye.
Piştî axaftinan, kar û xebatên Rêveberiya Xweser ên sala 2019’an hatin nirxandi, plansaziya sala nû jî hat dayîn.
Ji nava pişniyarên plana sala nû, pêşxistina rewşa tenduristî, xizmetguzarî, perwerde, çandinî û amadekirina projeyên stratejîk.
Tê payîn ku civîn sibe bi encamnameyekê bi dawî bû.