Li Şehba Ciwanên Şoreşger dijî tecrîdê meşa dirêj pêk anîn

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a kantona Efrîn û Şehba bi meşeke girseyî tecrîda li dijî Rêber Apo şermzar kirin.
Ciwanan meşa dirêj li darxistin û peyama bilindikirina têkoşîn û azad-kirina Rêber Apo dan.

Çalakiyên di çarçoveya pêngava azadiya fîzîkî ya rêber Apo de dewam dikin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Şehba û Efrîn bi vê armancê meşeke dirêj li dar xistin.

Meşa dirêj ji navçeya Fafînê ber bi navçeya Ehrezê ve pêk hat.

Bi sedan Ciwanên kantona Efrîn, Şehba û ji Helebê jî beşdar bûn.

Meşa ji navçeya Fafînê dest pê kir heya navçeya Ehrezê veguherî mîtingê.

Di mîtingê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a kanton Efrîn û Şehba Xalid Xalid axivî û wiha got:

Ev tecrîd di şexê Rêber Apo de li ser tevahî gelê me tê meşandin.

Ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê her tim li qadan bin.

Ciwanan bang li tevahî gelên cîhanê kirin ku ji bo Rêber Apo dakevin qadan.

Endama Yekitiya Jinên Ciwanan Emîne Hec Ebdo jî tecrîda dijî Rêber APO şermezar kir û diyar kir ku ewê ji bo Rêber APO hertim nava çalakiyan de bin.

Back to top button