Komîna Film a Rojava ji bo Mensûr Kerîmiyan daxuyanî da

Komîna Film a Rojava bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew ê li ser xebat şehîd Mensûr Kerîmiyan bimeşin.

Komîna Film a Rojava li ser mijarê daxuyaniyek çapemeniyê da û got:

Îro Rojava ji bo parastina, çand, ziman û hunerê weke wargeheke azad lê hatiye.

Heval Mensûr jî dixwest di nava vê wargehê de, hunera azad pêş bixe.

Komînê îşaret bi rola şîhîd Mensûr kir û wiha hate gotin;

Ji bo li welatê xwe yê azad xizmeta civakê bike, gelek kes perwerde kirin.

Di gelek berhemên hêja yên li herêmê de, rolek xwe ya sereke hebû.

Lê sîstema mitînger yê ji hunerê ditirse, careke din dijminahiya xwe nîşan da.

Di dawiya daxuyaniyê de, soza domandin û pêşxistina hunerê hate dayîn.

Sibe wê saet 8:30’an cenazeyê şehîd Mensûr Kerîmiyan ji dêrikê ber bi başûrê Kurdistanê ve were oxirkirin.

Back to top button