Di êrişa dagirkeriyê de sînemager Mansûr Kerimiyan şehîd bû

Hîlala Zêrîn, TEV ÇAND û Yekîtiya Hûnermendan bi daxuyaniyeke hevpar êrişên li dijî herêmê bi daxuyaniyeke şermezar kirin.
Her wiha Şehadeta Hevkarên xwe sînemager Mansur Kerimiyan ragihand.

Saziyên Tevçandê di daxuyaniya xwe de diyarkirin ku dewleta tirk ti pîvanên exlaqî nasnake û dixwaze vîna kurdên azad, pergala ku gelan avakiriye ji holê rabike.

TEV ÇANDê diyarkir ku dewleta tirk ji bo têkçûna xwe ya li hember gerîla veşêre êrişên li dijî binesaziyên heremê dike û sivîlan dike armanc û sûcê şer dike.

TEV ÇANDê di daxuyanî ya xwe de diyar kir ku mamoste, sînameger û hevkarê wan Mansûr Kerimiyan di vê êrişê de şehîd bûye û ev tişt anî ziman.

Mansûr kerimyan sînorên dagirkeran li holê rakir ji bo hûnera şoreşgerî ya Kurdistanî pêşbixe berê xwe da rojava û di çêkirina filmên weke Tirîreşk, kobane, û şengalê de cih girt.

TEV ÇANDê diyar kir ku ewê li dijî êrişan li ser xeta hevalên xwe têbikoşin.

Back to top button