QSD’ê bîlançoya operesyonên 2023’an eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya opresyonên xwe yên sala 2023’an eşkere kir.
Li gorî vê: 352 çete hatin girtin û 12 jî hatin kuştin.

Navenda QSD’ê diyar kir ku di sala 2023’an de bi hevkariya Hêzên Koalsyona Navnetewî gelek operesyon pêk anîn.

Di encamê de gelek çete girtin.

QSD’ê bal kişand ser êrişên dewleta Tirkiyê yên li ser herêmê û diyar kir ku ev êriş tevgera şaneyên DAIŞ’ê çalak dikin û got:

“Ji xwe armaca Tirkiyê ji van êrişên domdar xuya ye, lê em ê jî bi hemû hêza xwe li beramber bisekin û rê lê bigrin.”

“352 çete hatine girtin û 12 jî hatine kuştin”

QSD’ê diyar kir ku di nava salê de, 73 operesyon li dijî şaneyên DAIŞ’ê pêk hatine.

Ji van sê operesyonên berfireh ên bi navê Birûska Cizîrê, Tolhildana Ji Bo şehîdên Reqa û operesyona Xurtkirina Ewlehiyê bûn.

Di operesyonan de 352 çete û 6 serçete hatin girtin.

4 jê serçeteyên xeternak 12 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê di dawiyê de soza parastina herêmê û gel ji her cure êriş û terorê da.

Back to top button