Tevî êrişên qirker yên dagirkeriya dewleta Tirk li ser herêmê, welatî di azadiya fîzkî ya Rêber Apo de bi israrin.
Li Kobanê konê çalakiya gireva birçîbûnê di roja 2 yemîn de bi dawî bû.
Di daxuayniya dawîbûna çalakiyê de, careke din peyama xurtkirina berxwedan û têkoşînê hate dayîn.
Li bajarê Kobanê konê çalakiya ku ji bo piştgiriya berxwedana girtiyan û pêngava ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo doh dest pê kir îro bi dawî bû.
Di roja 2’an çalakiyê de Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Ayşe Efendî axivî û got:
“Em berxwedana gerîla û berxwedana zindanan silav dikin, em her çar parçeyên Kurdistanê silav dikin.
Em ê her tim berxwedanê xurt bikin û em ê ji bo azadiya fîzîkê ya Rêber Apo her tim tê bikoşin.”
Piştî axaftinan konê çalakiyê bi daxuyaniyekê bi dawî bû.
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku Rêber Apo îradeya gelê Kurd û vîna gel temsîl dike û wiha hate gotin:
Di salên derbasbûyî de Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavên girîng û cidî avêtin.
Lê dewleta Tirk rê li ber hiqûq û edaletê girt û tecrîda li ser wî giran kir.
Di dawiyê de, bang li gelê li her çar beşên Kurdistanê û pêkahteyên li herêmê hate kirin ku bê deng nemînin û li ser piyan bin.
Li Dirbêsiyê çalakiya girava birçîbûnê di roja 2. de bi dawî bû