Li Dirbêsiyê çalakiya girava birçîbûnê di roja 2. de bi dawî bû

Li bajarê Dirbêsiyê çalakiya greva birçîbûnê di roja 2’yan bi dawî bû .
Jinên li bajarê Helebê jî dest bi çalakiyê kirin.
Di çalakiyan de peyama bilindkirina têkoşînê û dewamkirina çalakiyan hate dayîn.

Çalakiya greva birçîbûnê ya şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO û piştgiriya berxwedêrên di girtîgehên dewleta Tirk de bi dawî bû.

Doh çalakî di çarçoveya ji bo piştgiriya ji pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de pêkhat.

Endama PYD’ê ya navçeyê Reca Mihemed dest nîşan kir ku ew ê heta azadiya fîzîkî a rêber Apo mîsoger bikin têkoşîna we dewam bikin.

Piştre bi navê Akademiya Civaka Demokratîk a navçeyê Mihemed El Xelef jî diyar kir ku armanca dewletên kapîtalîst ku ya li dijî Rêber Apo têk birine.

Di dawiya çalakiyê de li ser navê Înîsiyatîfa Gel a herêma El-Cezîre daxuyaniyek ve hat dayîn û tê de teqezî li ser dewamiya têkoşînê û mayîna li qadan heta dayîn.

Li Helebê banga azadiya Rêber Apo kirin

Kongra Star û Meclisa Jinan a PartiyaYekîtiya Demokratîk a Helebê jî di çarçoveya rêze çalakiyên bi navê “Dema azadiya fîzîkî ya Fermandar Apo ye” da destpêkirin.

Çalakî wê sê rojan bidome.

Di roja yekem de tevî şêniyan endamên jin û mêr ji saziyên sivîl û xizmetguzarî, komîn, saziyên jinan û Meclîsa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Exrefiyê tevlî çalakiyê bûn.

Piştire nûnerên jin û mêr ên saziyan, hatin hilbijartin u nêrînên xwe anin ziman.

Back to top button