Li Dirbêsiyê çalakiyê greva birçîbûnê ya ji bo Rêber Apo dest pê kir

Çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku li herêmê têne lidarxistin bi coş dewam dikin.
Her kes ji bo naskirina rewşa Rêber Apo tevlî çalakiyan dibe û dengê xwe bi dengê girtiyan re dike yek.
Li Dirbêsiyê çalakiya grevê hate destpêkirin û xelkên Eyn Îsayê jî, ji bo azadiya Rêber Apo daketin qadan.
Di çalakiyan de peyama bilindkirina têkoşînê û dewamkirina çalakiyan hate dayîn.

Ji biçûk heta bi mezinê herêmê her kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di nava tevgerê de ye.

Îro li navçeya Dirbêsiyê bi vê armancê greva biçîbûnê hate destpêkirin.

Di roja 1’ê a giravê de, şêniyên Dirbêsiyê, endamên sazî, meclis û nûnerên partiyan tevlî çalakiyê bûn.

Konê çalakiyê li qada Jina Azad hatiye vedan û dê du rojan dewam bike.

Li bin kon gelek axaftin hatin kirin û hate gotin:

“Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têkoşîna xwe hîn mezintir bikin.

Kesên beşdarî çalakiyê bûbûn jî nêrînên xwe anîn ziman û gotin:

“Rêya çareseriya hemû pirsgirêkan Rêber Apo ye, ji ber vê, ji bo azadiya wî ya fîzîkî çi ji dest me tê emê bikin.”

Li Eyn Îsayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşeke girseyî hate lidarxistin

Bi heman daxwazê li navçeya Eyn Îsayê meşeke girseyî hate lidarxistin.

Bi sedan ciwan, jin û xelkê navçeya Eyn Îsa beşdarî meşê bûn û tecrîd bi tundî şermezar kirin.

Meş li çerxereya Şehîd Cûdî sekinî û li wir Hevserokê PYD’ê yê Kantona Girê Spî Sebirî Nibo axivî û ev bang kir: min nexwendiye

“Divê dewletên navnetewî, aliyên peywendîdar, hiqûqî û mirovî û di serî de CPT bi erkên xwe rabin tecrîda li dijî rêberê mirovahiyê, Rêber Apo bi dawî bikin.”

Back to top button