Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan serdana Partiya Çepgir kir

Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar di çarçoveya kampanyaya xwe ya bi navê “Ji bo her kesî edalet” serdanên xwe ji bo aliyên siyasî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê didomînin.
Hevserokên HDP’ê serdana Partiya Çepgir û Federasyona Komeleyên Elewiyan û Komeleya Alimên Olî yên Elewiyan kirin.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan û heyeta pê re, di çarçoveya kampanya “Ji bo her kesî edalet” li Stenbolê serdana Federasyona Komeleyên Elewiyan û Komeleya Alimên Olî yên Elewiyan kirin.

Heyet ji aliyê Serokê Federasyona Komeleyên Elewiyan Pîr Celal Firat ve hate pêşwazîkirin.

Pîr Celal Firat kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anî ziman û got ku qeyûmên li şaredariyan hatine danîn, kiryarên li dijî HDP’ê tên kirin, Elewiyan gelekî aciz dike.

Pervîn Bûldan: Edalet ji bo 82 milyon kesî lazim e

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan jî diyar kir ku divê li vî welatî atmosfereke welê bê afirandin ku bawerî û cihêrengî hemû karibin bi rengekî azad lê bijîn.

Pervîn Bûldan got:

“Ji bo ronîkirina komkujiyên li Dersim, Çorûm, Mereş û Sêwasê divê Komîsyona Heqîqetê bê avakirin.

Li dijî vê faşîzmê divê her kes rabe, têkoşînê hevpar bike û edaletê bi hev re were pêkanîn.

Edalet îro ji bo 82 milyon kesî lazim e.”

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar: Li dijî polîtîkayên şer têkoşîna hevpar pêwîst e

Her wiha Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar û heyeta pê re di çarçoveya kampanya “Ji bo her kesî edalet” serdana Partiya Çepgir (Sol Partî) kir.

Mîthat Sancar piştî hevdîtinê daxuyanî da û diyar kir ku rojeva wan a sereke ew bû bê ka ew çawa dikarin tifaqa herî berfireh a demokrasiyê ava bikin, tifaqa ku ew behsê dikin ne ya hilbijartinê lê tifaqa demokrasiyê ye.

Sancar bang kir ku li dijî polîtîkayên şer divê têkoşîna hevpar a aştiyê were avakirin.

Back to top button