Li bajarê Philadelphia yê eyaleta Pensylvania ya DYA di encama êrîşeke bi çek de 7 kes binrîndar bûn.
Êrîş saet 21:50’an li nêzî cihekî veguhestinê yê li bakurê bajarê Philadelphia pêk hat.
DI êrîşê de 7 kes birîndar bûn.
Birîndar ji bo nexweşxaneyên derdor hatin veguhestin.
Lê têkildarî rewşa birîndaran ti agahiyên berfireh nehatin parvekirin.
Hate ragihandin ku êrîşkar hatiye girtin.
Polîsan li cihê bûyerê 2 çek desteser kirin û derbarê êrîşê de lêkolîn û lêpirsîn dewam dike.