Li herêmê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Şevê din artêşa Tirk a dagirker stastoyên kehrebe û sotemeniyê li herêma Cizîrê kirin armanc.
Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî van êrişan daketin qadan û şermzar kirin.
Her wiha bang li aliyên peyendîdar hate kirin ku rê li ber binpêkirinên dewleta Tirk bigirin.

Gelê herêmê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Xelkên Dêrik, Berav û koçetar li cihê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate bombebaran kirin daxuyaniyek dan.

Saziyên navçeya Çilaxa li pêşiya navenda kehrebeyê ya navçeyê daxuyaniyekek hevbeş dan.

Hat destnîşankirin ku dewleta Tirk piştî lidarketina kongreya 4’emîn a MSD’ê, ji bo derxistina tevliheviyê û gel neçarî koçberiyê bike, êriş pêk anîn.

Xelkên Girkê Legê jî li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan.

Piştî meş veguherî mêtingê, daxuyaniyek hate xwendin.

Li vir jî hate diyarkirin ku dewleta Tirk ji ber bêdengiya navnetweyî êrişan dijî xelkê herêmê pêk tîne.

Bang li hêzên cîhanî hate kirin ku li dijî êrişan bi erkên xwe rabin.

Pêkhateyên Qamişlo jî li ser piya bûn û derbarê êrişan daxuyaniyek dan.

Hate destnîşankirin ku êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê bi armanca têkbirina ewlehî û aramiya herêmê û derbkirina Rêvebberiya Xweser pêk tên.

Xelkên Qamişlo banga li hemû aliyên peywendîdar kirin ku rê li ber binpêkirinên dewleta Tirk bigirin.

Bi hezaran şêniyên kobanê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

10s beta bide

Meş li Qada Şehîd Egîd veguherî mîtîngê.

Li wir hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Mihemed Şahîn axivî û êrişên dewleta Tirk şermezar kir.

Şahîn diyar kir ku ev êriş israra berxwedanê ya gelên herêmê têk nabe.

Li kantona Reqayê jî, li dijî êrişan meşek hate lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk ji bo têkbirina tevna nîştimanî ya gelê herêmê êriş dike, lê xelkê herêmê dê deskteftiyên şehîdan biparêzin.

Li kantona Tebqayê jî heman helwest derkete pêş.

Bi daxuyaniyekê gelên Tebqayê eşkere kirin ku ew ê li rex hêzên QSD’ê bin û bersiva dagirkeran bidin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê jî daxuyaniyek da.

Malbatên şehîdan eşkere kirin ku ji bo ji bo têkbirina van êrişan divê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Ji xelkên kantona Efrîn-Şehba jî daxuyanî û bertek.

Xelkên kantonê eşkere kirin ku ew ê li dijî êrişan berxwedan û tekoşîna xwe mezintir bikin.

Back to top button