Ewlehiya Iraqî fermandarê Heşda Şebî Qasim Mislih girt û xiste lêpirsînê

Piştî xwepêşandanên Sêşemê, ewlehiya Iraqî fermandarê Heşda Şebî ya Enbarê Qasim Mislih bi tawana kuştina çalakgerê Kerbelayî Îhab El-Weznî, bin çav kir.

Serokwezîr Mistefa Kazimî der barê tawanên li ser Qasim Mislih de, biryara avakirina komîteyeke lêpirsînê da.

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê jî di şîroveyekê de diyar kir ku girtina Qasim Mislih qanûnî ye û ti aliyî aramanc nake.

Fermandarê çekdarên “Esaib Ehl El-Heq” Qeys El-Xezelî anî ziman ku hikûmet bi girtina Mislih, hewl dide ewlehiya Iraqê tevlihev bike, da hilbijartinan betal bike û bang li ewlehiya Iraqî kir ku Qasim Mislih radestî Heşda Şebî bike.

Jixwe hin agahî li ser berdana Mislih belav bûbûn, lê Şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî ya Iraqî Qasim El-Erecî ev yek derewand û diyar kir ku niha di lêpirsînê de ye.

Ji sala 2019’an ve, zêdeyî 70 çalakger rastî kuştin û hewldanên kuştinê hatine û bi dehan jî hatine revandin.

Back to top button