Dagirkeriya Tirkî li navçeyê Efrînê yek jê astengdar 3 welatî revand

Dewleta Tirk a dagirker revandina welatiyên Efrînê didomîne.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî astengdarek û 3 welatiyên din revandin.

Hate ragihandin ku çeteyên Tirkî li gundê Qerebaba yê navçeya Racoyê welatiyê bi navê Mesûd Omer Hîro yê 40 salî ku astengdare revandiye.

Her wiha li navçeya Şêrewayê jî çeteyan welatiyê bi navê Ehmed Ebdo yê ji gundê Kebaşîn ê Şêrawayê revand û welatiyê bi navê Ebdo Birîmo jî bi hinceta berê di nav Erka xweparastinê de maye revandine û cezayê sal û nivek girtîgehê danê.

Li navçeya Cindirêsê jî ceteyan welatiyê bi navê Mihemed Kencoyê 34 salî li ser rêya Cindirês-Şiyê revand û birin cihekî ne diyar.

MÎT’a Tirk li Stanbolê 3 hunermendên efrînî revand

Her wiha ne tenê li Efînê efrîniyan direvînin,

Hate ragihandin ku MIT’a tirk 3 hûnermendên kurd yê binavê Şêro Agirî, Ferhad Murad û Rakan Mistefa çûne Stenbolê li wir revandiye.

Çavkaniyan diyar kirin ku ev herî sê hunermend bi hinceta ku beriya dagirkirina Efrînê, di Tevgera Çand û Hunerê de dixebitîn, hatine revandin.

MÎT´a Tirk ji bo serbestberdana wan ji bo her yekî 6 hezar dolar xwestiye.

Back to top button