“Bêrîtan li dijî xeta xiyanetê, xeta têkoşîn û azadiyê ye”

Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Gulîstan Gulhat 30’emîn salvegera şehadeta Bêrîtan û avabûna artêşbûna jinan nirxand. Gulîstan Gulhat da zanîn ku şehîd Bêrîtan di artêşbûna jinan de stûna bingehîn e û got: ”Rê û rêbazên artêşbûna jin, rêxsitinbûn û rizgariyê nîşanê me da.”

Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Gulîstan Gulhat bi boneya salvegera 30’emîn a şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş) û avabûna artêşbûna jinê ji Stêrk TV re axivî.

Gulîstan Gulhat destpêkê di şexsê Bêrîtan û 17 gerîlayên ku herî dawî bi çekên kîmyewî şehîd bûn de, Şehîdên Meha Cotmehê û pêşengên artêşbûna jinan bi bîr anîn.

Gulîstan anî ziman ku di encama sekin û çalakiya hevrê Bêrîtan de pîvanên jina pêşeng diyar bûn.

Back to top button