Kongra Star Jîna Emînî di çilrojiya wê de bibîr anî

Kongra Star Jîna Emînî di çilrojiya wê de bibîr anî û bang li jinan kir ku têkoşîna li dijî pergala dijberî jinan, mezin bikin.

Kongra Star derbarê çil rojiya qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Serhildanên ku piştî kuştina Jîna ji aliyê rejîma Îranê ve destpêkirin, berdewam dikin.

Li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildan belav bûn, gel daketin qadan û sûcê rejîma Îranê bi berzkirina “Jin jiyan azadî” şermezar kirin.

Em kiryarên rejîmê şermezar dikin û piştgiriya daxwazên rewa yên gelên Îranê dikin.

Jinan roleke dîrokî di qadên şer de lîst û bûn pêşeng û xwedî vîn. Ji ber wê jina zana û azad dikin hedef.”

Kongra Star diyar kir ku divê jin dakevin qadan û têkoşînê li gorî rêgeza jina azad li hember pergala dijberî jinan, mezin bikin.

Back to top button