Li dijî tecrîdê Komîteya Azadiya Rêber Apo pêngavekê îmzeyan da destpêkirin

Însîyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûrî li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan pêngaveke îmzeyan da destpêkirin.

Însiyatîfa gel a Bakur û Rojhilatê Sûrî îro li ber avahiya komîteya azadiya Rêber Ocalan bi daxuyaniyeke pêngava îmzeyê da destpêkirin.

Însiyatîfê daxuyakirin ku ev 22 mehe gelê kurd agî ji rêberê xwe nagre.

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhialtê Sûrî helwesta CPT’î ya li dijî tecrîdê rexnekir û got:

Derbarê tenduristî û ewlehiya Rêber Ocalan de gumanê me zêdetir bûne.

Wê pêngava îmzeyan heta 15’ê Sibatê bidome

Li hemberî vê yekê em bêdengiya saziyên hiqûqî yê navnetewî û taybet jî CPT rexne kidin.

Divê CPT dawî bêdengiya xwe bîne û bi erka xwe rabe.

Însiyatîfê dazanîn ku ew li dijî tecrîdê pêngava îmzeyan didin destpêkirin û ev pêngav wê heta 15’ê sibatê bidome.

Piştre wê 15’ê sibatê îmzeyên ku hatine komkirin radestî Komîteya Azadiya Rêber APO were kirin û da ku van îmzeyan ji CPT re bişîne.

Back to top button