Dewleta Tirk li ser rêya Qamişlo û Amûdê li erebeyekê xist

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê bênavber dewam dikin.
Balafirek bêmirov ya dewleta Tirk li ser rêya Qamişlo û Amûdê erebeyek bombebaran kir.
Dagirkeran gundê Bênê yê Şêrewayê jî topbaran kirin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê navber dewam dikin.

Di van êrişan de balafirên bê mirov yên çek hilgir û çekên giran tên bikaranîn.

Îro di seatên nîvro de balafirek bê mirov a çekbarkirî ya dewleta Tirk erebeyek li ser riya Qamişlo û Amûdê bombebaran kir.

Li gorî nûçegihana me di encama êrişê de şehîd û birîndar hene.

Erebeyên Ambûlansê birîndar rakirin nexweşxaneyên Qamişlo.

Di heman dema êrişê de, dewriyek hêzên Rûsyayê li wê deverê re derbas bû.

Dagirkeran êrişî gundê Bênê yê Şêrawa ya Efrînê kirin

Her wiha dagirkeran îro jî gundên Şêrewa ya Efrîna dagirkirî jî topbarankirin.

Dargirkeran bi çekên giran êrişî gundê Bênê yê Şêrawa kirin.

Dagirkeriya Tirk gundê Bîr Kino yê Girê Spî topbaran kir

Back to top button