“Dema gelê Sûriyê bibe yek dê planên hêzên zordest têk biçin”

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Minbicê Nûra El Hamid dibêje:
“D​​​ema gelê Sûriyeyê bibe yek dê daxwazên hêzên zordest têk biçin..”

Nûra El Hamid anî ziman ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk ji yekitiya gelê Sûriyeyê ditirsin û got:

“Ji ber ku yekitiya gelan li ser siyasetên wan ên zordest gefeke e.

Dema gel bibe yek dê bi ser keve û dê daxwazên hêzên zordest têk biçin.”

Rêveberiya Xweser bang li hemû rêxistinan kir ku fişarê li dewleta Tirk bikin..

Da ku destûrê bide ku ev alîkarî derbasî herêmê wêranbûyî bibin..

Lê alîkarî gelek dereng man û negihaşt mexdûran.”

Nûra El Hamid destnîşan kir ku karesata erdhejê, asta hevgirtina gelê Sûriyeyê nîşan da ..

Back to top button