Dayika 3 şehîdan Zekiya Hesen li Şehbayê ji ber Coronayê wefat kir

Her wiha kesayeta welatpaêz, dayika 3 şoreşgeran Zekiya Hesen jî li Şehbayê ji ber coronayê wefat kir.

Derket holê ya ku li Şehbayê ji ber coronayê jiyana xwe ji dest dayî, Zekiye Hesen e.

Zekiye Hesen dayika 3 şehîdan e û kurekî wî jî niha di girtîgehên faşîzma dewleta Tirk de ye.

Kesayeta welatparêz Zekiye Hesen di 75 saliya xwe de ji ber coronayê li Şehbayê wefat kir.

Dorpêça li ser Şehbayê metirsiya belavbûna vîrûsê zêdetir dike

Tevî metirsiya vîrûsê li herêm û bi taybetî li Şehbaya dorpêçkirî, rewşa welatiyan her ku diçe zehmetir dibe.

Li herêmê peydekirina pêwistiyên jiyanî kêm in.

Di aliyê tenduristiyê de jî heman kêmanî hene.

Endamê Heyva Sor a Kurd Ebdullrehman Mihmed eşkere kir “nuqteyên tenduristî û kadroyên pispor kêm in” û bang li gel kir ku tedbîrên pêwîst ji bo parastina xwe bigirin.

Back to top button