Hêzên Asayişê: Teqîn bi armanca têkbirina ewlehiya hermê pêk hat

​​​​​​​Îro li kolana Quwetlî ya bajarê Qamişlo erebeyek teqiya. Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku ev teqîn bi armnaca têkbirina awlehiya welatiyan ne. Desteya Perwerdê û xwendekaran jî bi daxuyaniyên cuda êriş şermezar kirin.

Vê sibehê li bajarê Qamişlo li taxa Quwetlî erebeyek teqiya.

Erebe li Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya bajêr hat teqandin.

Têkildarî teqînê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek da û diyar kir ku şaneyeke terorîst mayinek di erebeya karmendên saziya perwerdeyê de bi cih kiribû, di encamê de Samî Ehmed Silêman birîndar bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn weha got: Dewleta Tirk a dagirker ji bo têkbirina ewlehî û îstiqrara welatiyan, şaneyên terorîst belav dike da ku sûcan pêk bîne.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn dawiyê ragihand ku wan dest bi lêpirsînkirina vê kiryara terorîst kiriye.

Desteya Perwerdê: Teqîn bi rêya mayînê pêk hatiye

Back to top button