
Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Rêveberiya Xweser dawîkirina projeya sererastkirina rêya Reqa-Bendava Tişrînê ragihadn.
Xebatên sererastkirina rêya navborî ku dirêjahiya wê 120 kîlometre ye û Reqa û Tebqa bi herêma Firat û Minbicê ve girê dide beriya salekê dest pê kiribû.
Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku xebaatên sererastkirina rê bi dawî bû.
Desteyê diyar kir “Proje ji plana par bû, lê ji ber gefên dewleta Tirk û tunebûna madeya biyotomîn proje dereng ma û zêdetirî 6 mehan xebata hate rawestandin.”
Desteyê ev proje diyarî malbatên şehîdan û tevahî şervanên li eniyan kir û spasiya Rêveberiya Xweser, meclisa rêveber, tevahî karker û şîrket û her kesê beşarî vê xebatê bûye kir.