Tirkiye..Ji 112 şewatan 107 hatine kontrolkirin

Ev 5 rojin li zêdeyî 100 herêmên Tirkiye şewatek zêde heye.
Tevî hemû hewildanan heta niha jî şewat ne hatiye kontrolkirin.
Wezîrê Çandinî û Daristanê yê Tirkiyê Pakdemirli ragihand ku ji 112 şewatan wan kariye 107’an kontrol bikin.
Ji ber şewatê heta niha 6 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Guherîna avhewa û rewşa jiyanî, sala 2021’an jî kir yek ji salên herî zehmet.

Tevî Tirkiye li çar aliyên cihanê li dehan welatî, şewata di nava hefteyên dawiyê de derketî bûye yek ji metirsiya herî mezin.

Di navbera 28-31’ê Tîrmehê de li Tirkiyê li 32 bajaran 112 bûyerên şewata daristanê rûdan.

Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemirli ragihand ku şewata li Gazîpaşa, Silifke û Bodrumê hatine kontrolkirin.

Ji ber şewata 5 roja didome 6 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Manavgatê 5 û li Marmarîs jî kesekî bi giştî 6 kesan ji ber şewatê jiyana xwe ji dest dane.

Serokomarê Tirkiye Erdogan ku li ser şewatê dixwaze propaganda bike jî got,

Di nava 3 rojên dawiyê de, 4 hezar xebatkar, 6 balefir, 45 helîkopter, helîkopterek bê pîlot, 9 IHA û 117 maşîneyên agirkujê ji bo kontrolkirina şewatê dixebitin.

Ji ber şewata zêde ya li welat, ji Ukrayna, Rûsya, Azerbeycan û Îranê jî piştevaniya ji bo vemirandina şewata heyî hate dayîn.

Li herêma Bodrum a Muglayê ku yek ji cihê geştiyariyê ye, şewata heyî bû sedema metirsiyê.

Geştiyaran jî otel valekirin û ber bi cihên ewleve baza dan.

Li Antalya jî rewş heman bû.

Di nava rewşa heyî de ji bo gelek bajaran jî tevdîr hatin zêdekirin.

Li dehan bajarî ketina daristanan hate qedexekirin

Li Stenbol, Bûrsa, Balikesîr, Izmir, Aydin, Çanakala û dehan bajarên din ji bo ketina daristanan qedexe hate ragihandin.

Li aliyê din şewata ku 29’ê Tîrmehê li Marmarîsê derketî di saetên şevê de gihişt taxên Osmaniye û Bayirê.

Xelkê herêmê ji bi derfetên xwe hewl san şweatê vemirînin.

Back to top button